Li Rojhilatê Anadoluyê berf dê bibare

Li Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf dê bibare û herwiha hişkiyê bikeve erdê.

Li Rojhilatê Anadoluyê  berf dê bibare

Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf dê bibare û herwiha cemedê çêbe û hişkiyê bikeve erdê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa dê perçe ewrayî û zêde ewrayî be û herwiha serê sibehê û bi şev jî qerm dê bikeve erdê û hişkiyê çêbe. Herwiha tê texmînkirin ku li herêmê ji nîvê şevê şûnda şilope û berf dê dest bi barînê bike.

Li herêma ku germahî dê di asta pileyên demsalê da be, ba wê ji milê bakur û rojhilatê bakur va nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev pileya hewayê ya herî nizim li Tunceliyê 2, li Îdir û Erzinganê 1, di bin sifirê da li Qers û Agiriyê 5, li Erziromê 3 û li Erdexanê jî pileyek hat pîvan. 

Bi roj jî pileya herî bilind a germahiyê dê li Tunceliyê 19, li Îdirê 12, li Erzinganê 11, li Agiriyê 9, li Erdexan, Erziromê û Qersê jî 8 pile be.

ARDAHAN

Li Erdexanê berfa ku dihat texmînkirin dê bibare, rûyê xwe nîşan da.

Li navenda bajêr berfê serê sibehê dest pê kir û barî. Herwiha berfa ku geh sekinî geh barî li ciyên bilind û serdest bêtir tesîra xwe nîşan da.

Li navenda bajêr piştî ku tavê vekir, berf heliya û li erdê nema.

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 10:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE