Hat ragihandin texmîn dikin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û şilopeyê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, berêvarê berf û şilopeyê bibare.
Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Iğdır 1, li Ardahanê di binê sifirê da 12, li Karsê di binê sifirê da 11, li Ağrıyê di binê sifirê da 5, li Erzurumê di binê sifirê da 3, li Erzincanê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Iğdır 11, li Erzincanê 9, li Karsê û Erzurumê 2, li Ağrıyê û Ardahanê jî sifir pile be.
Qalindahiya berfê li Cibiltepeyê 52, li Palandokenê 108 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji welatiyan xwestin ku bira ji bo cemedê baldar bin û bê tevdîr nemînin.AA