Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî destpêkirina qedexeya derketina derva kuçe, kolan û meydan vala man.
Li welêt duh ji saet 21.00ê pê va qedexeya derketina derva dest pê kir û ew ê hetanî 21ê berfanbarê saet 05.00an dewam bike. Piştî destpêkirina qedexeyê li Erzurum, Erzincan, Kars, Tuncelî, Ağrı, Ardahan û Iğdırê kuçe, kolan, meydan û ciyên dîrokî ker û lal bûn.
Hêzên ewlekariyê di çarçoveya qedexeyê da li kuçe û kolanan kontrolên xwe domandin.
Ekîbên polêsan bi anonsan va hişyarî dan xwediyê dikanan û welatiyan.AA