Li Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim li Erdexanê hat pîvan

Li navçeya Goleyê germahiya hewayê di binê sifirê da 22 pile hat pîvan...

Li Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim li Erdexanê hat pîvan

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim, 22 pile di bin sifirê da, li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa sibeh û nîvro perçe û pir ewrayî be û dê bi demê ra jî kêm ewrayî û sayî be.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, herwiha dê ji milê başûr û rojhilatê başûr jî bayekî nerm rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da li Erdexanê 15, li Qersê 11, li Erziromê 6, li Agirî û Erzinganê 3 û li Îdirê jî pileyek hat pîvan. Li Goleya navçeya Erdexanê jî di bin sifirê da 22 pile hat pîvan ku pileya herî nizim a germahiyê ya li herêmê ye.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Îdirê 7, li Erzinganê 5, li Qersê 3, li Agiriyê 1, li Erdexanê sifir, li Erziromê jî di bin sifirê da pileyek be.

Li herêmê piştî ku berf ket, stûriya berfê li Erziromê 8, li Agirî û Erdexanê jî 2 santîmetre hat pîvan.

Rayedaran destnîşan kir ku li herêmê bi giştî ji ber ku hişkî û serma dê çêbe, divê welatî û kesên eleqedar baldar û bi tedbîr bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE