Li Rojhilatê Anadoluyê ekîb berfê davêjin û rêyan vedikin

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji pêr va li bajêr rêyên nêzî 400 cî û waran ji berfê hatin vekirin.

Li Rojhilatê Anadoluyê ekîb berfê davêjin û rêyan vedikin

Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê berf û bagerê rêya 17 cî û waran girtiye.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji pêr va li bajêr rêyên nêzî 400 cî û waran ji berfê hatin vekirin.

Ekîb ji bo vekirina rêyên 3 taxan dixebitin.

Ekîb ji bo firehkirina rêyan dixebitin û berfa kolan û peyarêyan jî paqij dikin.

Li Mûşê qalindahiya berfa ku li cî û warên bilind bariye, derket 4 mêtreyî

Li Mûşê ev hefteyeke e bi navber berf dibare û rêya 32 gundên ku berfê girtibûn, hatin vekirin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur ji rojnamegeran ra got ku ekîban hemû rê vekirin.

Yentur daxuyand, di rêya gundên Sêmalka da qalindahiya berfê cî bi cî ji 4 mêtreyî derbas dibe û wiha dewam kir: "Ev hefteyek e me du caran rêya 185 gundan du caran vekir. 59 makîneyên kar, 90 personel 24 saetan bê navber dixebitin ku rê neyên girtin."

Ji şêniyên bajêr Adem Toprak jî got ku qalindahiya berfê li hin deran 4 mêtre ye û wiha dewam kir, "Em metel man ku di vê heyamê da qalindahiya berfê ev qas zêde ye. Em hê di serê zivistanê da ne. Mehên pêşiya me wê zdêetir bikeve."

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajarê Hekariyê hat hildan, ji ber berf û bagerê rêya 4 gundan girtî ne.

Ji duh va ekîban rêya 49 gundan vekir û ekîb li ser kar in.

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan jî diyar kir ku li tevahiya bajêr berfê rêya 10 gundan girt.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE