Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê bi qasî 2 û 4 pileyan zêde bibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê wê hewa kêm ewrawî be û serê sibê derûdorên herêma Hekarî û rojhilatê Wanê wê baran bibare.
Germahiya hewayê li gor demsalê wê di navbera 2 û 4 pileyan da zêde be û tê têxmînkirin ku ji aliyê bakur û bakurê rojhilat va bayekî sivik wê bê û car caran jî tesîra xwe zêde bike.
Îro germahiya herî zêde li Wanê 6, li Hekariyê 4, li Mûşê 3 û li Bidlîsê wê 1 pîle be.
Li ser Gola Wanê hewa pirewrayî be û ji hêla rojhilat û bakurê rojhilatê jî ba wê rabe.
AA
Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:55