Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê di ser asta demsalê da ye

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be.

Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê di ser asta demsalê da ye

 Tê texmînkirin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be.

Tê texmînkirin, li herêma ku germahî dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev pileya germê li Qers û Erdexanê sifir, li Erziromê 3, li Agiriyê 5, li Îdirê 6, li Erzinganê 7 û li Tunceliyê 8 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 29, li Erzinganê 27, li Agiriyê 24, li Îdirê 23, li Erziromê 21, li Erdexanê 19 û li Qersê jî 18 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE