Li Rojhilatê Anadoluyê hewa pir sar e

Li Erzurum, Kars, Agirî, Igdir û Ardahan bajarên herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber hewaya sar zehmetî zêde ne.

Li Rojhilatê Anadoluyê hewa pir sar e

Li Erzurum, Kars, Agirî, Igdir û Ardahan bajarên herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber hewaya sar zehmetî zêde ne.

Li Erzurumê paceyên mal û dikanan cemed girtin, ji bo ku qeşa negirin şofêran betanî û qarton li wesayîtên xwe werkirin, dor û bera kaniyan cemed girt.

Ekîbên şaredariyê ji ber berf, qeşa û cemedê bi ser rêyên bajêr da xwêy reşandin.

Ji bo heywanên wek se, pisîk û çûkan jî welatiyên dildar nan û xwarin danîn derva.

Agirî

Li Agriyê zivistana bi zor û zehmetî derbas dibe ji bo şofêran bi zehmetir e û ew di dema şixulandina wesayîtên xwe da zehmetiyê dikişînin.

Sureyya Elemê şofêrê TIRê ye ji bo ku bikaribe wesayîta xwe bide şixulandin li binê wesayîta xwe agir vêxist da ku cemed bihele û wesayît bi hêsanî bixebite.

Ji hêla din va jî welatiyên bi barbirin û anînê debara xwe dikin jî ji bo hespên wan necemidin ew bi betaniya nixumandin.

Igdir

Li gundên deverên bilind ên Igdirê jî piştî barîna berfê hewaya sar bi tesîr e.

Germahiya hewayê ya li wir di bin sifirê da heta 10 pileyî dadikeve û welatiyên li gundan dijîn jî di sir û seqemê da ji bo têrkirina heywanên xwe dixebitin.

Ji Çiyayê Agriyê yê ku bi berfê xemiliye û gundên ber palên çiyê dîmenên xweş xuya dikin.

Ardahan

Li Ardahanê jî ji ber barîna berfê û hewaya sar jiyana rojane bi zehmetî dewam dike.

Berfa ku ber destê sibehê li bajêr bi tesîr bû navenda bajêr spî kir. Hin şofêr ji bo ku wesayîtên xwe ji cemedê biparêzin betanî lê wer kirin.

Ji şofêran Dursun Şeker got ku ew di rojên sar da her tim cilekê diavêje ser wesayîta xwe da ku cama wesayîtê cemed nagire.

Kars

Li Sariqamişa navçeya Karsê jî qiravî ket ser dar û deviyan.

Germahiya hewayê ya li bajêr bi şev di bin sifirê da heta 13 pileyan daket û paceyên mal û dikanan ên li navçeyê cemed girtin.

Sifirnekên xaniyan û banên avahiyan şembelîk girtin û welatiyan ser wesayîtên xwe bi brandayan girt.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE