Li Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar li Karsê hat pîvandin

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 28, li Erzincanê 26, li Îdirê 23, li Agirî û Erzurumê 21, li Ardahanê 20 û Karsê jî 19 pile be.

Li Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar li Karsê hat pîvandin

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 3 pileyên binê sifirê va li Karsê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Miduriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî be.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê başûr ra rabe, dibe ku car caran guj bibe.

Bi şev germahiya hewayê li Erzincan û Tunceliyê 9, li Îdirê 5, li Erzurumê 1, li Agiriyê di binê sifirê da 1, li Ardahanê di binê sifirê da 2 û li Karsê di binê sifirê da 3 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 28, li Erzincanê 26, li Îdirê 23, li Agirî û Eruzurumê 21, li Ardahanê 20 û Karsê jî 19 pile be.

Li Karsa ku germahiya hewaya wê dakete binê sifirê qirayî di ser camên wesayîtan da ket. Welatiyên şeveqê diçûn karên xwe qirayiya camên wesayîtan paqij kirin.

Li Sarîkamîşê qirayî di ser dar û nebatan da ket û dîmenên xweşik derketin holê.

Turku Demîrciya ji navçeyê diyar kir ku hewa sar dibe û wiha pê da çû: "Li Sariqamîşê sermayê dest pê kir. Şeveqê rabûm ku caman qeşa girtiye û qirayî di ser dar û pelan da ketiye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE