Meteorolojiyê ji bo bajarên li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya aşîtê da.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê pirewrayî be û hin caran jî barana gur û li ciyên bilind jî berf wê bibare.
Li herêmê li gor texmînan hewa wê di navbera 2 û 4 pileyan de bikeve û herwiha ba jî wê ji milên başûr û başûrê rojavayê nerm û car caran jî wê nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya herî bilind jî dê li Wanê 9, li Hekariyê 7, li Mûşê û li Bidlîsê jî wê 4 pile be.
Li ser Gola Wanê hewa wê pirewrayî be û ji hêla rojava û başûrê rojavayê car caran jî ba wê rabe.
Li gor texmîna meteorolojiyê ji ber helîna berfê dibe li herêmên başûrê rojhilat û bi taybet Mûşê û derûdorê wê li hin ciyên bilind aşît çêbe û ji ber vê îhtimalê divê welatî baldar bin.AA