Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berf û şepeyê

Meteorolojiyê ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya berf û şepeyê da.

Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berf û şepeyê

Ji bo 4 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya berf û şepeyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir ewrayî be, binavber şilope û berf dê bibare.

Li herêmê di pileyên germahiyê da guhertineke girîng dê çênebe û ba wê ji milê başûr û rojhilatê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Germahiya herî nizim li herêmê li Wanê 1, li Mûşç 2, li Hekariyê 0, di bin sifirê da li Bitlîsê jî pileyek hat pîvan.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya herî bilind jî dê li Wanê 6, li Hekariyê 4, li Mûşê 7 û li Bidlîsê jî 4 pile be. 

Li Gola Wanê jî hewa dê pir ewrayî be, şilope û baran dê bibare. Ba dê ji bakur û rojhilatê bakur, car caran jî ji rojavayê bakur bi 3-5 hêzê va were.

Ji ber ku bi piranî şilope dê bibare, dewrûbera Mûşê di serî da li rojhilatê başûrê Rojhilatê Anadoluyê berf dê bihele. Ji ber vê çendê jî dibe ku şepe were xwarê û herwiha divê welatî li hemberên rewşên nerênî baldar û bitedbîr bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE