Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û mijê

Li gor agahiyên ji rayedarên Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê erd bicemide, mij bikeve û pûk rabe.

Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û mijê

Hat ragihandin li bendê ne ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê erd bicemide, mij bikeve û pûk rabe.

Li gor agahiyên ji rayedarên Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê erd bicemide, mij bikeve û pûk rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Îdirê di binê sifirê da 4, li Tûnceliyê di binê sifirê da 7, li Erzincanê di binê sifirê da 13, li Erziromê di binê sifirê da 17, li Qersê di binê sifirê da 22, li Erdexanê di binê sifirê da 23 û li Agiriyê jî di binê sifirê da 24 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 3, li Tûnceliyê 2, li Erzincanê di binê sifirê da 3, li Agiriyê di binê sifirê da 5, li Erziromê di binê sifirê da 7, li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 8 pile be.

Qalindahiya berfê li Erdexanê 27, li agiriyê 35, li Erziromê 30, li Qersê 17, li Erzincanê 14 santêm hat pîvandin

Li navendên xwe şiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 91, li Sarîqamîşê 80, li Erganê 60, li Qonaxliyê 56, li Yalnizçamê 42 santêm hat pîvandin.

Rayedaran gotin li bendê ne ku li herêmê erd bicemide, mij bikeve û puk rabe, ji ber vê bira welatî bêtevdîr nemînin, ajokar baldar bin.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE