Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya hişkî û şepeyê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêm û perçe ewrayî be û her wiha nîvê şevê û destê sibehê hişkî û cemed dê bikeve erdê.

Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya hişkî û şepeyê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya hişkî û şepeyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêm û perçe ewrayî be û her wiha nîvê şevê û destê sibehê hişkî û cemed dê bikeve erdê.

Li herêma ku germahî dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Agiriyê 16, li Qersê 14, li Erdexanê 12, li Erziromê 11, li Îdirê 5,  li Erzinganê 4 û li Tunceliyê jî pileyek hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 13, li Erzinganê 12, li Îdirê 11, li Erdexanê 8, li Qersê 6 û li Agiriyê jî 5 pile be. 

Sitûriya berfê li navendên kaşûnê li Palandokenê 70, li Sariqamîşê 75 û li Erganê jî 77 santîmetre hat pîvan. 

Rayedarên meteorolojiyê ligel hişkiyê, ji bo pal û ciyên bilind ku berf lê heye, hişyariya şepeyê dan û destnîşan kirin ku divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş baldar û bi tedbîr bin.

- Li Qersê xebatên paqijkirina berfê

Li Sariqamûşa navçeya Qersê piştî barîna berfê ekîbên şaredariyê û yên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18emîn xebata paqijkirina berfê û rêxwêkirinê kirin.

Li navçeyê herwiha welatiyan jî şembelûkên bi baniyên mal û kargehan paqij kirin. Ji aliyekî din va jî darên bi berf û cemedê xemilî jî dîmenên xweşik derxistin holê.

Di vê navberê da dîmenên ketina berfa li ser baniyê avahiyeke li navçeyê di kameraya têlefona mobîl a welatiyekî da reng veda.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE