Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê

Meteorolojiyê ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya qeşa û şepeyê da

Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê

Ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be.

Serê sibê û şev qeşa, car cara jî mij û dûman wê çêbibe. Li herêmê germahiya hewayê wê zêde neguhere, ji aliyê başûr car caran ba wê rabe.

Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Hekariyê 7, li Bidlîsê 6, li Wanê jî 5 û li Mûşê jî 4 pile hat pîvan.

Nava rojê jî germahiya hewayê ya herî zêde wê li Wanê 6 pile, li Hekariyê 4 pile, li Bidlîsê 2 û li Mûşê jî 0 pile be.

Li ser Gola Wanê hewa wê ewrsayî û kêmewrayî be, car caran ji aliyê rojava û rojavayê bakur bi hêza di navbera 2-4an da ba wê rabe.

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê qeşa û li deverên bilind jî şepe tê payîn, ji ber vê hişyarî hat dayîn ku welatî bila baldar bin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2019, 10:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE