Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê

Meteorolojiyê ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya qeşa û şepeyê da

Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê

Ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14an a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê pir ewrayî be û li der û dora Wanê berf wê bibare.

Germahiya hewayê wê zêde neguhere, ji hêla başûr va jî car caran ba wê rabe.

Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Mûş û Bidlîsê 11, li Wanê 7, li Hekariyê jî 5 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde wê li Mûşê 0 pile, li Wanê 2 pile, li Hekarî û Bidlîsê jî pileyek be.

Li herêmê giştiyê herêmê ji ber ku qeşa wê çêbibe û li cihên bilind jî dibe ku şepe bikeve, hişyarî hat dayîn ku bila welatî baldar bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 19:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE