Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya şexte û şepeyê

Ji bo Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşê hişyariya şexte û şepeyê hat dayîn...

Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya şexte û şepeyê

Ji bo 4 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya şexte û şepeyê hat dayîn. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be û dem demî jî berf dê bibare.

Li herêmê herwiha danê sibê û bi şev dê hişkî û cemed bikeve erdê û cih cihan jî dê mij û bûsî çêbe.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya herî bilind dê li Mûşê 7, li Wanê 6 û li Bidlîs û Hekariyê jî 5 pile be. 

Welatî û berpirs divê li hemberî cemedê û îhtimala şepeya ku dibe li tevahiya herêmê li deverên bilind were, baldar bibin. 

Herwiha ji ber ku ji nîvê şevê şûnda îhtimala rîska şexteyê heye, cotkarên ku darên wan ên behîv, qeysî û erûgan hene û herwiha yên ku sebze diajon û di serayê da hilberînê dikin, divê baldar bin û tedbîra xwe bistînin.

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE