Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di sînordarkirina derketina derva ya ku ji bo tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat dayîn da kuçe û kolanên Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Tuncelî, Îdir û Erdexanê xalî bûn.
Sînordarkirina derketina derva ku li tevahiya welêt seba têkoşîna şewbê duh êvarê di saet 22.00î da dest pê kir, wê di 7ê hezîranê roja duşemê saet 05.00î da kuta bibe. Di çarçoveya sînordarkirinê da li bajarên navborî kuçe û kolan xalî ne.
Kesên ku ji sînordakirinê muaf in, fealiyetên kargehên xwe domandin, ji ber xwendekarên pola 8em ku ketin Pergala Derbasbûna Lîseyê (LGS) jî trafîka wesayîtan zêde bû.
Hêzên asayîşê wesayîtan jî didin sekinandin û belgeyên şofêr û rêwiyan kontrol dikin.
AA