Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo 4 parêzgehan hişyariya berfê

Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo 4 parêzgehan hişyariya berfê

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê hişyariya berfê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê pir ewrayî be û berf dê bibare.

Li herêmê her wiha germahiya hewayê dê 2 an jî 4 pile dakeve, ba dê ji başûr û rojhilat nerm û carinan jî niveqewî were.

Li Behra Vanê ba ji bakur dê bi 20-40 kîlometre lezê were, mesafeya dîtinê jî dê vekirî be.

Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Vanê 5, li Muş û Hakkariyê 3 û li Bitlisê jî pileyek be.

Li herêma ku tê texmînkirin berbangê û nîvê şevê mij û bûsî dê çêbe, hat xwestin ku welatî û peywirdar baldar û bi tedbîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE