Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo 5 bajaran hişyariya taviyê

Li rojhilatê Erziromê û Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê dê şilî bibare...

Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo 5 bajaran hişyariya taviyê

Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo 5 bajaran hişyariya taviyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê dê li tevahiya herêmê hewa pir û parçe ewrawî be. 

Li herêmê germahî dê li gor demsalê be û ba dê ji bakur û bakurê rojava hêdî car carna jî nîveqewî biveze.

Li herêmê dê rojhilatê Erziromê û li Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê şilî bibare.

Li herêmê bi şev pileya herî nizim a germahiya li Erziromê 4,li Agiriyê 5, li Qersê 7, li Erzincan û Erdexanê 8 û li Îdirê 13 pile hat pîvan.

Herwiha li herêmê nava rojê jî tê pêşbînîkirin ku germahî dê li Îdirê 29, li Erzincanê 28, li Erziromê 22, li Agiriyê 21, li Qersê 20, li Erdexanê 19 pile be.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Gulan 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE