Li Erzurum, Kars, Ardahan, Erzincan û Ağrıyê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da derketina derva di dawiya hefteyê da hat qedexekirin ku ji ber vê kuçe û kolan xalî man.
Li tevahiya Tirkiyeyê ji ber ku rîska Kovîd-19ê zêde bû qedexeya derketina derva roja înê di saet 21.00î da dest pê kir û wê heta 5ê Nîsanê saet 05.00î dewam bike.
Ji ber vê qedexeyê li Erzurumê jî welatî derneketin derva, hêzên ewlehiyê ji bo kesên derketine jî hişyarî dan.
Li Kars, Ardahan, Erzincan û Ağrıyê jî kuçe û kolan bêdeng man.
Welatiyan guh da qedexeyê û ji malên xwe derneketin.
Xebatkarên şaredariyê jî ji ber kuçe û kolan xalî man bi avê va her der şûştin û paqij kirin.
AA