Li Rojhilatê Anadoluyê li 6 bajaran germahî daket binê sifirê

Tê payîn ku li herêma ku dê germahî di asta demsalê da be û ba ji aliyê bakur nerm car carna jî nîveqewî bê.

Li Rojhilatê Anadoluyê li 6 bajaran germahî daket binê sifirê

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 6 bajaran bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa dê parçe ewrawî û bi demê ra jî kêm ewrawî be.

Tê payîn ku li herêma ku dê germahî di asta demsalê da be û ba ji aliyê bakur nerm car carna jî nîveqewî bê.

Li herêmê bi şev germahiya herî kêm a hewayê li Iğdırê 2, li Karsê di bin sifirê da 4î li Agirî û Erzurumê di bin sifirê da 3, li Ardahanê di bin sifirê da 2, li Tuncelî û Erzincanê di bin sifirê da pileyek hat pîvan.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da grmahiyên herî zêde li Tunceliyê 14, li Îdir û Erzincanê 10, li Erzurumê 6î li Karsê 5 û li Ardahanê4 be.

Refahiyeya Erzincanê, Goleya Ardahanê, Pasînler û Azîziyeya navçeyên Erzurumê jî di bin sifirê da 6 pile hat pîvan û li herêmê bûn cihên bi şev germahiya herî kêm lê hat pîvan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE