Hat ragihandin li Van, Bitlîs, Mûş û Hakkariyê qeşa û cemed tê payîn.
Li gor daxuyaniya ji Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê hat dayîn gor texmînê wê li herêmê hewa ewrsayî, cî bi cî jî ewrayî be. Ber destê sibehan û bi şev jî wê car caran mij û xumam çêbe.
Germahiya hewayê wê di ser asayiyên demsalê da be û ji alî başûr va bayekî hînik ê ku wê car caran jî pêla xwe zêde bike bê.
Germahiya hewayê di nav rojê da herî zêde wê li Hakkarî û Vanê 8, Bitlîsê 1 û Mûşê jî 4 pile be.
Di daxuyaniyê da ji welatiyan jî hat xwestin ku bila serê sibehê û bi şev ji ber qeşa û cemed girtinê bi baldar bin.