Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê qeşa, cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur û rojava bayekî nerm dem demî jî nîveqewî bê.
Li herêmê bi şev û serê sibê qeşa cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Agiriyê 4, li Qers û Erziromê 3, li Tunceliyê sifir pile, li Erdexanê pileyek li Îdirê 2, li Erzincanê 3 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 16, li Erzincanê 13, li Agirî û Îdirê 11, li Erziromê 8, li Qersê 7 û li Erdexanê 6 pile tê payîn.
AA