Hat ragihandin li herêma Rojhilatê Anadoluyê qeşa û cemed tê payîn.
Di daxuyaniya Midûriya Herêma 12mîn a Meteorolojiyê da hat gotin ku li gor texmînê wê li herêmê hewa ewrsayî, cî bi cî ewrayî be.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ji ber hewaya sar jî qeşa û cemed tê payîn.
Di daxuyaniyê da ji şofêr, welatî û rayedaran hat xwestin ku bila baldar û bi tevdîr bin.
Ji ber hewaya sar hin welatî bo cam û motorên wesayîtên wan cemed negire ji êvarê va betanî, cil û bergan diavêjin ser wesayîtên xwe.