Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be bi şev û destê sibehê hişkî, cih cihan jî mij û bûsî dê çêbe. Herwiha ba jî dê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Bi şev germahiya herî nizim, li Tunceliyê sifir, di bin sifirê da li Îdirê 3, li Erzingan û Erziromê 5, li Agiriyê 8, li Erdexanê 9 û li Qersê jî 12 pile hat pîvan.
Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Tunceliyê 17, li Îdirê 12, li Erzirom, Agirî û Erdexanê 10 û li Qersê jî 8 pile be.
AA