Li Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Li herêmê germahiya herî kêm a bi şev di bin sifirê da 13 pile li Qersê hat pîvan

Li Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev li 7 bajaran di bin sifirê da hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be û serê sibê cemed, cih cihan jî mij û duman wê çêbibe.

Germahî wê li gor demsalê be herwiha ba jî wê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Tunceliyê pileyek, li Erzincanê 2 pile, li Îdirê 5 pile, li Erziromê 6, li Agirî û Erdexanê 11 û li Qersê jî 13 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde wê li Tunceliyê 17, li Erzincanê 16, li Îdirê 14, li Qers, Erzirom û Agiriyê jî wê 11 pile be.

- Qers

Li Qersa sermayê li ser jiyana rojene tesîr kir. Ji ber sermayên zêde li bajêr kanala avê, hin wesayît û camên dikanan cemed girt. Hin welatiyan ji ber sermayê kon û xalîçe avêtin ser wesayîtên.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2019, 11:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE