Li Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Li herêmê germahiya herî kêm a bi şev di bin sifirê da 13 pile li Qersê hat pîvan

Li Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê li 7 bajaran dakete bin sifirê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.

Serê sibê hişkî, cih cihan jî mij û moran wê çêbibe.

Germahî wê li gor demsalê be, ji hêla bakur jî ba wê nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî kêm, li Tunceliyê di bin sifirê da pileyek, li Erzinganê di bin sifirê da 4 pile, li Îdirê di bin sifirê da 5 pile, li Erziromê di bin sifirê da 6 pile, li Agirî û Erdexanê di bin sifirê da 11 pile, li Qersê jî di bin sifirê da 13 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde wê li Tunceliyê 18 pile, li Erzinganê 16 pile, li Îdirê 14 pile, li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê jî 11 pile be.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2019, 14:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE