Li Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Bi şev hewaya herî sar di bin sifrê da 10 pîleyê li Qers û Erdexanê hat pîvan.

Li Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifrê da 10 pîleyê li Qers û Erdexanê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê dê hewa kêm ewrawî û sayî be.

Li herêmê dê şevê û danê sibê qeşa û cemed çêbe û cî bi cî jî mij derkeve û germahî li gor demsalê dê zêde be.

Li herêmê dê ba ji aliyên başûr va hêdî bê.

Bi şev hewaya herî sa li Erzîncan û Tunceliyê sifir, li Erzirom û Îdirê di bin sifrê da 3 û li Agiriyê di bin sifrê da 6 û li Erdexan û Qersê jî wek di bin sifrê da 10 pîle hat pîvan.

Tê texmînkirin ku nava rpjê germahiya herî zêde li Tunceliyê 19, li Erzincanê 17, li Îdirê 15, li Agirî û Erziromê 13, li Qers û Erdexanê 12 pîle be.

Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ya li Erziromê jî sitûrahiya berfê wek 3 santîmêtro hat pîvan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE