Li Rojhilatê Anadoluyê rêyên 77 tax û gundan hatin girtin

Li Wan, Bidlîs û Mûşê ji ber barîna berfê rêyên 77 tax û gundan hatin girtin

Li Rojhilatê Anadoluyê rêyên 77 tax û gundan hatin girtin

Ji parêzgehên Herêma Rojhilatê AnadoluWan, Bidlîs û Mûşê ji ber şertên nerênî yên hewayê rêyên 77 tax û gundan hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber barîna berfê li tevahiya parêzgehê rêyên 7 taxan hatin girtin.

Ekîb ji bo vekirina rêya gundekî navçeya Başkaleyê û rêyên 6 gund û taxên li herêma Kirkgeçîta navçeya Gurpinarê xebatên xwe didomînin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn da jî hat destnîşankirin ku hemû rêyên ku ew jê berpirsiyar in, vekirî ne.

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Umît Kurtkan jî diyar kir ku ji nîvê şeva derbasbûyî vir va ji ber barîna berfê li seranserê parêzgehê rêyên 60 gund û taxan hatin girtin.

Kurtkan bal kişand ku ji bo vekirina rêyan, wan xebat dan destpêkirin.

Ji aliyekî din va jî li rêya Bidlîs-Tetwanê ji ber berf û mijê ajokaran zehmetî kişand, hin wesayît ji dê derketin.

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Mehmet Şah Şenturk jî ragihand ku ji ber barîna berfê û şertên nerênî yên hewayê rêyên 10 gundan hatin girtin.

Şenturk jî bal kişand, ji bo ku welatî mexdûr nebin, ekîbên paqijkirina berfê dest bi xebatên xwe kirin û rêyan vedikin.

Dîroka nûkirinê: 24 Adar 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE