Li Rojhilatê Anadoluyê serma

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be.

Li Rojhilatê Anadoluyê serma

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da 9 pile li Erdexanê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be. Bi şev û destê sibehê jî hişkî, cih cihan jî mij û bûsî dê çêbe. 

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, li Tunceliyê 8, li Erzinganê 0, di bin sifirê da li Îdirê 1, li Erziromê 2, Agiriyê 7, li Qersê 8 û li Erdexanê jî 9 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Tunceliyê 21, li Îdirê 19, li Erzinganê 18, li Agiriyê 16, li Erziromê 15 û li Qers û Erdexanê jî 14 pile be.

Li Navenda Kaşûnê Palandokena Erziromê jî sitûriya berfê 6 santîmetre hat pîvan.

Dîroka nûkirinê: 10 Mijdar 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE