Li Rojhilatê Anadoluyê serma

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da 10 pile li Erdexan û Qersê hat pîvan...

Li Rojhilatê Anadoluyê serma

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da 10 pile li Erdexan û Qersê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be. Bi şev û destê sibehê jî hişkî, cih cihan jî mij û bûsî dê çêbe.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da li Erdexan û Qersê 10, li Erziromê 7, li Agiriyê 6, li Îdirê 3, li Erzinganê jî 2 pile hat pîvan. Li Tunceliyê jî bi şev germahî 3 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Tunceliyê 17, li Îdirê 16, li Erzinganê 14, li Agirî û Erdexanê 12 û li Erzirom û Qersê jî 11 pile be.

Ji aliyekî din va li Agiriyê bi şev ji ber ku germahî ket binê sifirê, camên mal û wesayîtan cemed girt.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE