Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê welatî tengasiyê dikişînin.
Li Erzurumê piştî berfa heftekê barî hewa gelekî sar bû, kuçe û kolan cemidîn.
Hin ajokaran ji bo wesayîtên xwe ji sermayê mihefeze bikin betaniye lê alandin.
Sivingê xaniyan cembelîk girtin, qiravî di ser daran da ket.
Ardahan
Li Ardahan ji ber sermayê qiravî di ser daran da ket.
Li rê û peyarêyan cemed çêbû, camên gelek dikanan jî qeşa girt.
Karkerên şaredariyê ji ber sermayê karên xwe yên rojane bi zor zehmetî kirin.
Ağrı
Li Ağrıya hewaya wê gelekî sar bû jî depoya TIRan qeşa girt.
Ajokaran di binê depoyên wesayîtên xwe da agir dadan ku wesayîtan bixebitînin.
Li bajêr kuleka kombiyan jî cemidî û sivingê xaniyan cembelîk girtin.
Welatiyan betanî û naylon avêtin ser wesayîtên xwe da ku necemidin. Li bajêr çem jî cemidîn.
Kars
Li Karsê welatî ji ber hewaya sar tengasiyê dikişînin.
Li bajêr çem û şirşirneg cemidîn, qiravî di ser dar û nebatan da ket.
Mehmet Ogul Tarhan diyar kir ku li Karsê ji ber sermayê zehmetiyê dikişînin û got, "Zivistana me her tim wiha ye, ji destê me tiştek nayê. Di van şertan da çûyîna kar gelekî zor e."
Li Sariqamîşê jî qiravî di der dar û nebatan da ket, sivingê xaniyan cembelîk girtin. Hin welatiyan wesayîtên xwe bi teqwiyeya akuyê dan xebitandin.
Alper Sariyê welatî diyar kir ku di van rojên dawîn da serma zêde bû û wiha pê da çû: "Bi şev germahiya hewayê dadikeve 32 pileyên binê sifirê. Qiravî di ser daran da dikeve. Wesayîtên me naxebitin, înşaellah hewayê germ bibe."