Li Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem

Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li demsalê be...

Li Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germa herî kêm di bin sifrê da bi 24 pileyî va li Erdexanê hat pîvan.

Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê hewa wê kêmewrayî be, qeşa û cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.

Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li demsalê be.

Bi şev germa hewayê di bin sifrê da li Erzincan û Îdirê 5, li Tunceliyê 6, li Erziromê 16, li Qersê 22, li Agiriyê 23 û li Erdexanê 24 pile hat pîvan.

Nava rojê germa herî zêde jî li Îdir û Erzincanê 8, li Tunceliyê 7, li Qersê pileyek, di bin sifrê da li Erziromê 3, li Erdexanê 7, li Agiriyê 10 pile tê payîn.

Qalindahiya berfê li Agiriyê 32, li Erdexanê 16, li Erziromê 20, li Qersê 7, li navendên kaşûnê li Palandokenê 98, li Konakliyê 85, li Erganê 84, li Sariqamîşê 77, li Yalnizçamê 23 santêm hat pîvan.

Rayedaran ji bo qeşa, cemed, mij û şepeyê hişyarî da welatî û şofêran ku baldar bin. 

Erdexan

Li Erdexana ku bi şev germa hewayê lê di bin sifrê da 24 pileyî hat pîvan, qiravî û xumam bikeve.

Welatiyên ku bi şev derketin derva tengasî kişandin.

Dar û wesayîtan qiravî girt û li bajêr dîmenên xweş derketin holê.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE