Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 12 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin...

Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 12 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.

Li gor agahiyên ji rayedarên Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê sayî û ewrsayî.

Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erzincanê 3, li Îdirê 1, li Erziromê di binê sifirê da 3, li Qersê di binê sifirê da 4, li Erdexanê di binê sifirê da 6, li Agiriyê di binê sifirê da 12 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincan û Îdirê 15, li Erdexanê 9, li Erziromê 7, li Qersê 6, li Agiriyê 4 pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo cemed mij û aşîtê baldar bibin û bê tevdîr dernekevin rê.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 11:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE