Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da bi 11 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê îro hewa wê ewrsayî û paşê kêmewrayî be.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ji milê rojavayê jî car caran wê ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Îdirê 5, li Erzincanê sifir û di binê sifrê da li Erdexanê 5, li Erzirom û Qersê 6 û li Agiriyê jî 11 pile hat pîvan.
Nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 15, li Erzincanê 13, li Qersê 5, li Erziromê 4, li Erdexanê 3 û li Agiriyê jî 2 pile tê payîn.
Rayedaran ji bo şepe, qeşa û cemed û mij û xumamê hişyarî dan ku welatî baldar bibin.AA