Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da bi 5 pileyî va li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê îro hewa wê sayî û piştra jî wê kêmewrayî be.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ji milê başûr û başûrê rojava jî car caran wê ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 6, li Îdirê 4, li Erzincanê sifir û di binê sifrê da li Qersê 5, li Erdexanê 3, li Erziromê 2 û li Agiriyê jî pileyek hat pîvan.
Nava rojê jî germahiya herî zêde li Tuncelî û Îdirê 20, li Erzincanê 18, li Erzirom û Agiriyê 14, li Erdexan û Qersê jî 13 pile tê payîn.