Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma

Tê texmînkirin ku li Erzirom û Erzinganê bi navber berf dê bibare

Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev pileya herî nizim a germahiyê di bin sifirê da 18 pile li Erdexanê hat pîvan.

Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be.

Tê texmînkirin ku li Erzirom û dewrûbera Erzinganê bi navber şilope û berf dê bibare û herwiha li herêmê jî dê cemed, hişkî û cih cihan jî bûsî dê çêbe.

Li herêma ku germahî dê di ser asta pileyên demsalê da be, ba wê ji milê başûr nerm û car carî jî nîveqewî were. 

Bi şev germahiya herî nizim li Tuncelî û Erzinganê 1, di bin sifirê da li Îdirê 3, li Erziromê 7, li Agiriyê 11, li Qersê 15 û li Erdexanê jî 18 pile hat pîvan. 

Tê texmînkirin ku bi roj jî germahiya hewayê ya herî bilind dê li Îdirê 8, li Erzinganê 7, li Erziromê 1, di bin sifirê da li Erdexanê 5, li Qers û Agiriyê 2 pile be. 

Ji aliyekî din va jî stûriya berfê li Agiriyê 18, li Erdexanê 14, li Erziromê 15 û li Qersê 5 û herwiha li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 99, li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê 79, li Navenda Kaşûnê ya Ergana Erzinganê 86, li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê 84 û li Navenda Kaşûnê ya Yalnizçama Erdexanê jî 22 santîmetre hat pîvan.

Rayedaran herwiha ew hişyarî jî anîn ziman ku divê welatî, ajokar û rayedar li hemberî xetereyên muhtemel ên ji ber sir û serma, cemed û şepeyê baldar û bi tevdîr bin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE