Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Ji ber barîna berfê li Wan û Mûşê rêyên 6 gundan girtî ne...

Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarê Wan û Mûşê ji ber şertên neyênî yên hewayê rêyên 6 gundan hatin girtin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê da hat ragihandin ku di encama barîna berfê da li navçeya Başkaleyê rêyên 2 gundan hatin girtin. 

Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku ji bo vekirina rêyan ekîb xebatên xwe didomînin û li deverên çiyayî şertên giran ên hewayê berdewam in.

- Mûş û Bidlîs 

Li Mûşê ji ber barîna berfê rêyên 4 gundan girtî ne. Herwiha xebatên vekirina rêyan berdewam in.

Ekîbên şaredariyê jî li ser kuçeyan xebatên paqijkirina berfê û firehkirina rêyan dimeşînin.

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Umît Kurtkan ragihand ku rêyên 193 gundan ku ji ber barîna berfê û bagerê hatibûn girtin, di encama xebatên ekîbên paqijkirina berfê da vebûn.

Kurtkan herwiha bal kişand ku li hin ciyên ku rêya çend gundan ji wir ra diçe, xebatên firehkirinê dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 12:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE