Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berfê rêya 635 tax û gundên Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê girt.
Ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat ragihandin berf û bagerê rêya 81 taxên li ser navçeyan girt.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejayî li ser rêya Wan-Baxçesarayê aliyê Bihûrêka Karapetê şepe ket, ji bo ku rê bê vekirin xebat dewam dikin.
Bidlîs
Midûrê Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyand li Bidlîsê berf û bagerê rêya 257 gundan girt.
Kurtkan got ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya gundan xebatên xwe didomînin.
Tîmên Şaredariya Bidlîsê û yên rêbejayê li kuçe û kolanan berfê paqij fikin.
Ji bilî tîman esnaf û welatî jî berfa li ser banê xaniyên xwe û li ber derê xwe paqij dikin.
Hekarî
Li gor agahiya ku ji Walîtiya Hekariyê hat hildan, berf û bagerê rêya 32 gund û 80 mezrayên ser navenda bajêr, 59 gund û 76 mezrayên li ser navçeya Yuksekovayê girt.
Ji bo vekirina 247 rêyan ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin.
Mûş
Li Mûşê jî rêya 50 gund û taxan ji ber berfê hat girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şehmus Yentur got ji bo rê bên vekirin xebat tên kirin.