Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Li Wan û Bidlîsa bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 39 wargehan hat girtin

Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Li Wan û Bidlîsa bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 39 wargehan hat girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berfê rêya 30 taxên bajêr ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtîn dixebitin.

Li ciyên bilind hewaya sar û bager tesîra xwe didomînin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 11î ya Rêbejayê, hemû rêyên di kontrola wan da ne vekirî ne.

Li Bidlîsê ji ber berf û bafgerê rêya 9 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin, ekîb ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE