Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber berfê rêya 167 tax û gundan hat girtin

Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Li Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber berfê rêya 167 tax û gundan hat girtin. 

Li gor daxuyaniya ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berfê rêya 14 tax û gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Di daxuyaniyê da hat gotin li navçeyênBaşkale û Gurpinarê ji bo ku rê bên vekirin tîm dixebitin.

Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejayê daxuyand rêya Wan-Baxçesarayê ji ber berf û bagerê hatiye girtin. 

- Hekarî

Li Hekariyê rêya 44 tax û gundan hat girtin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê navenda bajêr rêya 10 gund û 25 mezrayan, li navçeya Yuksekovayê rêya 2 gund û 7 mezrayan ji ber berfê hat girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr yên berfê paqij dikin ji bo rê vebin dixebitin.

- Bidlîs

Li Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 99 tax û gundan hat girtin.

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 99 gund û taxan hat girtin.

Kurtkan got ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin, li hin herêman jî tîm ji bo rewşên acil amade disekinin.

- Mûş

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê Şah Şenturk jî daxuyand li bajêr ji ber berfê rêya 10 gundan hat girtin.

Şenturk got ji bo ku welatî mexdûr nebin tîm hewl didin rêyên girtî vekin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE