Li Wan û Bidlîsa bajarên ser herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber şert û mercên hewaya bi berf û pûk rêya 10 cih û warî hat girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku li seranserê bajêr ji ber berf û pûkê rêya 6 cihan hatiye girtin û ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan hewl didin û bênavber dixebitin.
Li Bidlîsê jî Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyanî da û got ku ji ber berf, pûk û hezazê rêya 4 gundan hatiye girtin û ji bo vekirina rê jî hewl tê dayîn.
- Hekarî
Li Hekariyê jî ji ber berf û pûkê rêya 33 gund û 73 goman hatibû girtin û bi saya xebatên ekîbên berfê paqij dikin va ew rê hatin vekirin.
Ekîbên rêvekirinê ya Îdareya Taybet a Bajêr rêya 5 gundên li ser navenda bajêr û 13 goman, li navçeya Yuksekovayê jî rêya 28 gund û 60 goman vekir.