Li Rojhilatê Başûr dergûşên salê yên ewil

Li Diyarbekir, Sêrt û Mêrdînê dergûşên ewil ên sala 2019an hatin dinyayê

Li Rojhilatê Başûr dergûşên salê yên ewil

Li Diyarbekir, Sêrt û Mêrdînê dergûşên ewil ên sala 2019an hatin dinya

Ebru Bal di saet 00.05an da li Nexweşxaneya Welidandin û Nexweşiyên Jiyanan a Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê welidî û keçikeke 3 kîlo û 200 qiramî anî dinyayê.

Ebru û Huseyin Bal navê qîza xwe danîn "Nîsanur".

Ebru Bala dayik got ji ber ku bi dergûşa xwe kete sala teze zehf bextewar e.

- Sêrt

Li Sêrtê "Mehfuz"ê kurê Semra û Abdulhekîm Evîz bû dergûşê ewil ê sala 2019an.

Semra Evîz di saet 00.01ê da li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê welidî û kurekî 3 kîlo û 100 qiramî anî dinyayê.

Semra û Abdulhekîm Evîz navê kurê xwe danîn "Mehfuz". Midûrê Tenduristiya Bajêr Erol Emre Omur malbat ziyaret kir û diyarî da malbatê.

- Mêrdîn

Li Mêrdînê "Nîlay"a qîza Behice û Abdurrahim Ceylan bû dergûşa ewil a sala 2019an.

Behîce Ceylanê di saet 00.06an da qîzikeke 3 kîloyî anî dinyayê.

Abdurrahim Ceylanê bavê Nîlayê got ku zaroka wan mizgîniya sala teze ye û wiha axivî: "Înşellah her kes bibe bav. Em zehf bextewar in."

Behîce Ceylanê jî got Xwedê zarokan bide her kesî û wiha pê da çû: "Du kurên min hebûn, nika ji min ra qîzek çêbû. Ez zehf bextewar im."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE