Li Rojhilatê bazarên heywanên qurbanê

Li Agiriyê welatî berî Cejna Qurbanê çûn Borseya Heywanan a Bajêr û dest bi kirîna dewar û pezê ji bo qurbanê kirin.

Li Rojhilatê bazarên heywanên qurbanê

Li bajarên Agirî û Erdexanê ku navendeke girîng a heywandariya Tirkiyeyê ye, bi minasebeta Cejna Qurbanê bazarên heywanên ji bo qurbanê germ bûn.

Li Agiriyê welatî berî Cejna Qurbanê çûn Borseya Heywanan a Bajêr û dest bi kirîna dewar û pezê ji bo qurbanê kirin.

Bazariya navbera heywandar û kesên serê sibehê radibin diçin bazarê da ku ji xwe ra qurbanê bistînin gelekî disincire ku ev jî tê wê wateyê ku heywandar û kiryar hevdu gelekî dibin û tînin.

Heywandar Omer Aslan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji bo firotana dewarên xwe yên ku li zozan çêriyane, hatin bazarê.

Aslan diyar kir ku bihayê heywanan guncan e û lewma jî welatî dê bi erzanî goşt bixwin û wiha dewam kir, "Ez bi 80 serî dewarên ji bo qurbanê hatim bazarê. Me gelek jê firot, ma 15 serî. Em ê bi xêrê wan jî bifiroşin. Piyase li gorî par, rindtir e. Em ji bo dewarekî cinsê sîmental ê 800 kîloyî, 16 hezar lire dixwazin. 14 hezar lire dan, lê me neda."

Heywandar Bahadir Taşdemîr jî destnîşan kir ku ji ber mesrefa çûyînê, wan îsal heywanên ji bo qurbanê nebirin bajarên rojava û lewma jî wan heywanên xwe anîn li bazara bajêr derxistin ber firotanê.

Erdexan

Li Erdexanê jî di roja yekemîn a hefteyê da bazarên heywanan germ bûn.

Heywandarên ku heywanên xwe nebirin parêzgehên rojava, heywanên xwe yên ji bo qurbanê li bazara heywanan a li Taxa Ataturk derxistin ber firotanê.

Li bazara germ, welatî û heywandar hevdu dibin tînin û bazariyê dikin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Erdexanê Turgay Şîşman diyar kir ku li bajêr roj înê veguhestina qurbanan a ji bo bajarên derva dest pê kir û wiha axivî, "Roja înê û dawiya hefteyê timî şixulê veguhestinê hebû. Îsal reqama ku ji bo qurbanê tê pêşbînîkirin, 14 hezar serî dewar û 6 hezar jî pez e. Em hêvîdar in ku heywanên ji bo qurbaniyê dê ji bo aboriya herêma me bibe dahateke qenc û bikêr."AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE