"Li Rojhilatê Behra Sipî ji bo parastina heq û menfeetan hemû tevdîr hatine hildan"

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî hat diyarkirin Wezîrê Parastina Neteweyî Akar bi vîdeo telekonferansê di serî da Baregeha Sererkaniyê ji fermandarên artêşê û fermandariyên yekîneyan yên li herêmê agahî hilda.

"Li Rojhilatê Behra Sipî ji bo parastina heq û menfeetan hemû tevdîr hatine hildan"

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir li Rojhilatê Behra Sipî ji bona parastina heq û menfeetan hemû tevdîrên hewcedar hatine hildan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî hat diyarkirin Wezîrê Parastina Neteweyî Akar bi vîdeo telekonferansê di serî da Baregeha Sererkaniyê ji fermandarên artêşê û fermandariyên yekîneyan yên li herêmê agahî hilda.

Di civîna ku Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal bi vîdeo telekonferansê beşdar bûn da Alîkarên Wezîrê Parastina Neteweyî Yunus Emre Karaosmanoglu û Alparslan Kavaklioglu jî amade bûn.

Akar di civînê da destnîşan kir li Rojhilatê Behra Sipî ji bona parastina heq û menfeetan hemû tevdîrên hewcedar hatine hildan.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir li Rojhilatê Behra Sipî tu projeyeke ku Tirkiye û Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur di nav da nebe bi ser nakeve û got ku destûrê nadin tu emrîwaqiyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE