Wezareta Parastina Neteweyî ragihand 161 mîl li rojavayê başûrê Kaşa navçeya Antalyayê kelekeke ku 45 kes tê da bûn binav bû û li herêmê xebatên xilaskirin û lêgerînê didomin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat destnîşankirin li gor agahiyan duh êvarê 161 mîl li rojavayê başûrê Kaşê ku qederê 60 mîlî li başûrê Girava Kerpeyê dikeve kelekeke ku 45 kes tê da bûn binav bûye.
Li gor agahiyan demildest firqateynên TCG Gelîboluyê û TCG Gokovayê çûne herêmê û li herêmê xebatên xilaskirin û lêgerînê didomin.
Hat diyarkirin 2 firqateyn û teyareyeke qereqola behrê ya Fermandariya Hêzên Behrê digel û şert û mercên dijwar xebatên xilaskirin û lêgerînê didomin.
AA