"Li Rojhilatê Behra Sipî rêya çareseriyê diyalog û muzakere ye"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan got ku heta niha me çi kiribe û em di çi da bi ser ketibin digel siyaseta CHPyê ya rageşî û astengkirinê em bi ser ketine.

"Li Rojhilatê Behra Sipî rêya çareseriyê diyalog û muzakere ye"

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li Rojhilatê Behra Sipî rêya çareseriyê diyalog û muzakere ye. Heger bi aqlê selîm û hesas tevbigerin wê rêyeke ku heqê her kesî pê tê parastin û her kes qezenc bike were peydakirin."

Erdogan li navenda giştî ya partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya AK Partiyê da axivî.,

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan got ku heta niha me çi kiribe û em di çi da bi ser ketibin digel siyaseta CHPyê ya rageşî û astengkirinê em bi ser ketine.

Erdogan di axaftina xwe da ragihand ku îro êvarê wê bi Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Charles Mîchelê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ra biaxive.

Serokomar Erdogan destnîşan kir mîna hin kesan derdê wan ew nîne ku wêneyan bidin kişandin û li ber kamerayan şov bikin û got ku ji bona xwîşk û biratiya ezelî û ebedî em li Libnanê ne.

Erdogan balê kişand ser geşedanên li Behra Sîpî got ku hewldanên welatê me yên ku ji bona parastina heq û menfeetên me yên li Rojhilatê Behra Sipî tên kirin him di polîtîkaya navxweyî da û him jî di polîtîkaya derva da mîna kaxezê turnusolê ye.

Serokomar Erdogan der barê rageşiya li Rojhilatê Behra Sipî da diyar kir bira kes bi çavekî mezin li xwe mêze neke û got ku rasterast û bi eşkereyî dibêjim bira kes bi pey şovê jî nekeve.

Erdogan diyar kir yên ku li Behra Sipî rageşiyê derdixe Tirkiye nîne, hişmendiya Rûm û Yewnanan e ku dixwazin Tirkiye û Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur tune bihesibînin.

Serokomar Erdogan got ku çavên me di heqê tu kesî da tuneye, lê em heqê xwe jî bi tu dewletekê nadin xwarin û wiha dewam kir: "Yên êrîşê birayên min dikin divê vê bizanibin ku ewê bi hiqûqa navneteweyî jî bi rêyên din va jî wê hesabê vê bidin."

Erdogan destnîşan kir li Rojhilatê Behra Sipî rêya çareseriyê diyalog û muzakere ye û wiha got: "Heger bi aqlê selîm û hesas tevbigerin wê rêyeke ku heqê her kesî pê tê parastin û her kes qezenc bike were peydakirin."

Serokomar Erdogan diyar kir helwesta Yewnanistanê ya li Egeyê û Behra Sipî bi niyeteke baş nîne û wiha axivî: "Ji ser Girava Meîsê da ku 2 kîlomêtro dûrî peravên Tirkiyeyê û 580 kîlomêtro dûrî parzemîna Yewnanan e rayeya qadê ya behrê dixwazin ku ev derî aqil e û bi aqlê selîm nayê îzahkirin."

Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Ez hişyariyê didim YEyê jî. Wek welatekî endamê YEyê ev welat li gor hiqûqa YEyê der barê parastina hiqûqa kêmnetewan da berpirsyariya xwe bi cih tîne an na? Divê YE hesabê vê ji rêvebiriya Yewnanistanê bipirse."

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da wiha peyivî: "Îdiaya qadeke 10 kîlomêtrokareyî xwediyê qadeke behrê ya 40 hezar kîlomêtrokareyî ye ji hêla hiqûqa navneteweyî va bêbingeh û komîk e. Em cardin bangî Yewnanistanê dikin û dixwazin ku li gor heq û hiqûqa Tirkiyeyê tevbigere."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE