Li Rojhilatê Behra Spî dema xebatê ya keştiya Oruç Reîsê heya 1ê îlonê hat dirêjkirin

Li Rojhilatê Behra Spî dema xebatê ya keştiya Oruç Reîsê heya 1ê îlonê hat dirêjkirin

Ji bo qada ku keştiya Oruç Reîs wê lê xebata sîsmîk bike, Navtexa (Danezana Behrevanan) nû ya ku wê heta 1ê îlonê dewam bike, hat îlankirin

Di îlana berê da hatibû daxuyandin ku xebat wê heya 27ê tebaxê dewam bikin, bi ragihandina nû va dema wezîfeyê 4 rojan hat dirêjkirin.

Li gor vê keştiya lêkolîna sîsmîk a Oruç Reîsê wê bi keştiyên bi navê Ataman û Cengiz Xan va li Rojhilatê Behra Spî, li peravên Kibrisê li herêma ku berî niha hatibû îlankirin, wê xebatên xwe yên sîsmîk bimeşîne.

Keştiya lêkolîna sîsmîk a Oruç Reîsê bergeha parzemînê û lêgerîna çavkaniyên siruştî di serî da dikare her cure lêkolînên jeolojîk, jeofîzîk, hîdrografik û oşînografîk bike.

Techîzatên keştîyê tam e û li dinyayê ji keştiyên ender ê lêkolînê ye, dikare lêkolîna jeofîzîk a sîsmîk a 2 ber û 3 ber, gravîte û manyetîk bike. Heya 8 hezar mêtre kûrahiya behrê da keştî dikare operasyonên sîsmîk ên 3 ber; heya 15 hezar mêtre kûrahiyê jî dikare operasyonên sîsmîk ên du ber bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE