Li Herêma Rojhilatê berf wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li tevahiya herêmê hewa wê pir ewrayî be, dem demî berf wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor asta demsalê be, ba jî wê ji hêla başûr û rojava nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tuncelî, li Erzingan û Îdirê pileyek, li Erziromê sifir, di binê sifirê da li Qersê 4 pile û li Erdexanê jî 13 pile be.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Tunceliyê pileyek, li Erzinganê 2, li Erziromê 5, li Îdirê 8, li Agiriyê 9, li Erdexanê 12, li Qersê 13 pile hat pîvan.
AA