Li Rojhilatê germ ket binê sifirê

Bi şev germa herî kêm di bin sifrê da bi 11 pileyî va li Erdexanê hat pîvan

Li Rojhilatê germ ket binê sifirê

 Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev germa herî kêm di bin sifrê da bi 11 pileyî va li Erdexanê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêm hewa wê ewrsayî û sayî be, bi şev û serê sibê qerm û cî bi cî mij û dûman wê çêbe.

Li herêmê germ wê li gor şertên demsalê tê payîn.

Bi şev germa herî kêm di bin sifrê da li Erdexanê 11, li Qersê 9, li Erziromê 8, li Agiriyê 5, li Erzincanê 3, li Îdirê pileyek û li Tunceliyê sifir pile hat pîvan.

Nav rojê germa herî zêde li Tunceliyê 16, li Îdirê 15, li Erzincanê 10, li Agirî, Erzirom û Qersê 9, li Erdexanê 7 pile tê payîn.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE